Navenda Nûçeyan – Sema
Qaimqamê qeza Şêxan ragihand, kar li ser projeya cûtsaydê rêka Şêxan bo Lalişê berdewame û ta noke nêzîkî 20% hatiye çêkirin.
Projeya cûtsaydê rêka Şêxan bo Lalişê bi kujmê 28 milyar dînaran û bi dirêjahiya zêdetirî 8 kîlometran li dawiya sala borî da ji layê rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berê binyatê bo hatibû danan.
Şembûyê, 20-1-2025ê, Serdar Şêx Yehya, Qaimqamê qeza Şêxan bo Sema ragihand: Projeya cûtsaydê rêka Şêxan bo Lalişê qonaxên baş derbaz kirine û bi şev û roj kar têda dête kirin.
Serdar Şêx Yehya amaje bi wê çendê da “di çarçovê yasa û rênmayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ew xudanên zeviyên wan dikevne li ber projeyî û zerermend bibin dê êne qerebûkirin”.
Projê navbirî bi êk ji projên stratîjî yên Hikûmeta Herêmê dête danan bo sanahîkirina hatin û çûna welatîyan bi taybet bo Lalişê.