Sema:
Ji behara sala 2011ê û heta niha, Sûrya di kirîzeka dijwar û şer û aloziyan re derbas dibe û ziyan gehiştiye hemû pêkhatên civaka sûrya, Mezintirîn ziyan û dijwartirîn wêrankirin bi ser Kurdan hatin, Deverên Êzdiyan bûne armanca giropên radîkal û tundrew û rastî sitem û zordaryê hatin.
Nesîm şemo, Rojnamegerê Êzdî li rojavayê Kurdistanê ji bo (Sema) got: Bizavên rijêma Sûrya ji bo wendakirna ola êzdiyan heta îro roj jî di berdewam in, Belê piştî sala 2011ê ve ev rewiş li rojavayê Kurdistanê gihorîn bi ser da hat, qonaxeka nû di pêvajoya ji bo peydakirna derfetan li pêşiya Êzdiyan wek peyrwên hemû olên din vebû da ku karbin bi asanî bi erkên xwe ên olî rabin.
Şemo got jî: Yekem herêka Kurdî li rojavayê Kurdistanê ku Efrîne li 20ê adara 2028ê ve, Ji aliyê girupên leşkerî ên tundrew û çekdarên terorîst ve hat dagîrkirin û hemû pêkhatên wê ketin bin zilm û sitema dagîrkara, Nexasime ola Êzdiyan gelek ziyan dît.
Herweha xweya kir: Ev kiriyarên dijwar bûne sedem koçberîya tevaya Êzdiyan ji herêmên Efrîn û serê kanyê û piranya yê din ji gundên Amûdê û Hesekê û derbêsiyê, Çi ber bi herêmên di nvxweya Sûrya de û çi ber bi welatên xerîb ve, Mîna Herêma Kurdistanê û Awropa ve çûn.
Her dîsan li gorî zaniyaryan giropên radîkal rojan e pêşêlkariyan di derheqa Êzdiyan de li rojavayê Kurdistanê dikin û ev çende bûye sedem berdewam koçberî ji bo derveyî welat hebe.