سیما تیڤی

Karwan Ba’edrî: Bingehê Laliş kar li ser dirustkirina koraleka mûzîkê û vekirina kenalek dike

Navenda Nûçeyan – Sema
Berpirsê ragehandina Bingehê Laliş yê rewshenbîrî û komelayetî ragehand: Bi pishtevanya hikumeta herêma Kurdistanê, Bingehê Laliş kar li ser dirustkrina koraleka mûzîkê û vekirina kenalek dike.

Karwan Hacî Ba’edrî, Berpirsê ragehandina Bingehê Laliş yê rewshenbîrî û komelayetî bo Sema got: Bi pishtevanya hikumeta herêma Kurdistanê em shiyaîn kenalê (Sema) yê asmanî ku yê taybete di bwarê Êzdiyan da vekeyn û ez dikarim bêjim ragehandina Bingehê Laliş ji êkemanê, çinku çu caran nebûye egerê têkdana civakî herdem pishtevane jibo pêkvejiyanê, ji berku brayên me yên musliman jî gel me karken.

Got jî: Em gelek sipasiya hikumeta herêma Kurdistanê dikeyn ku hemû daxwaziyên me bicih înayne û em nuke yê karî li ser grupekê korala mûzîkê ya Êzdiyan dikeyn û me divêt bi rêka vî koralî xizmeta stran û mûzîk û hunerê Êzdiyan bikeyn û dengê wan bigehîne hemû cîhanê.

Bingehê Laliş yê rewshenbîrî û komelayetî li sala 1993 li ser destê komeka xemxor û rewshenbîrên Êzdiyan û bi pishtevanya hikumeta herêmê hate damezrandin, ta nuke di çendîn biyavan da bi berdewamî xizmeta civaka Êzdiyan dike.

><