Sema:
Biryar e li dû hefteyên din de pirojeyê nûkirna avahiya nivîsîngeha Laliş û hola Laliş li gundê Dêrebûnê temam bibe û bikeve xizmeta xelkê deverê û qada çandî de.
Piroje ji aliyê Îdara serbexwe ya Zaxo ve bi rêiya komîtekê ve di ête bi cî anîn û hemû pêdviyên avahî û holê bi xwe ve digre.
Rêzan keçel, Berpirsê nivîsînhega Laliş li Dêrebûnê ji bo (Sema) diyar kir: Bi nivîsareka fermî pirojê navhatî pêşkêşî Guhdar Şêxo berpirsê Îdara serbexwe ya Zaxo hat kirin û bi xweş halî bersiv li ser hat dan.
Got jî: Pirojê nûkirna avahiya nivîsînga Laliş û hola Laliş ya bîreweriya li qonaxa dawiyê ye.
Tê zanîn nivîsîngeha Laliş li devera Dêrebûnê take nivîsîngehe ku li Zaxo xizmeta civaka Êzdiyan dike di warên cuda cuda de.