Li gundê Boza bitirya mala bê Avin
Sema
Bi sedema ne rêkxistina tora Avê, Bitirya mala li gundê Boza Ava vexwartinê wek pêdvî nagehe mala, Di niha de pênc bîrên Avê hatine kolan ji bo xizmeta xelkê gund belê hinek cara ji ber nebûna Ksrebê hinek ji wan bîran kar nakin.
Xalid Elays, Muxtarê gundê Boza ji bo Sema got: Pirisgrêka kêmbûna Avê li gund nine belê tenê pirisgrêk li torên serekî yên Avê de hene ewjî erdê gund kend û kor e û ne raste, Dema Av di ête berdan ji ber nizmî û bilndya boryan Av nagehe nîva malan.
Daxwaz kir ku torên Avê werin rast kirin û zêdekirin ji bo Av bigehe hemî malan, Herweha da zanîn ku çend cara Ev pirisgrêke gehandine aliyên peywendî dar û soz bi wan hatî ye dan belê heta niha ew rewiş wek xwe ye.