Sema:
Elî coqî.
Pêdviye mijara nasnama netewî ya Êzdiyan hêla sor ba û bi çi rengekî têkelî mijarên siyasî û berjewendiyên tenig yên çend kes û aliyan neba, Ku li gorî hemû belgeiyên dîrokî, Têkistên olî û ziman û çand, Dab û nerît, Rê û resim û jiyana rojan e, Êzdî kurdên resen in û pareka resen û ne veqetiyaî ya civaka kurdistanê ne.
Li gor dîtna me bigre û vekêş, Dan û sitandin li dor diyar kirina nasnameka netewî ji bo Êzdiyan nîşana bê tifaqî û ne yek girtin , Pirt û belava nêv mala Êzdî û kêm bûna rola desthelata olî ya Êzdiyan û lawazî û bê helwîsta kesên Êzdî yên siyasetvan û rayedar û xwedan berjewendiyên kesî li herdû hikumetên Hewlêr û Bexda, Ji ber bi rastî jî nasnama netweî ne bi zorî di ête dan û ne jî bi zorî di ête sepandin.
Beruvajî divê nasnama netewî ya kurdên Êzdî ji verêja dadperwerî û wek heviya civakî û siyasî û abûrî û çandî li nêv civak û hikumata herêmê de xurt tir ba, Û bi vî awaiy takên civaka Êzdî dê baştir hest bi jiyana xwe ya netewî kirban.