Beyana tawanbarkirinê ji meclîsa Êzidiyên Sûriyê
Meclîsa Êzidiyên Sûriyê, bi tundtirîn gotinan, êrîşa terorîstî ya li ser mala serok Nêçîrvan Barzanî bi rêya balafirên bêmirov (drone) tawanbar dike. Her weha hedefgirtina hêzên Pêşmerge, gundên Kurdan yên aram û navendên girîng, wekî pêngaveke metirsîdar û geşedaneke herî xeter ji sala 2003’an û vir ve dibîne. Armanca van êrîşan têkdana ewlehiya herêmê û kaşkirina Iraqê ye bo nav şerekî ku gefê li aramî û aramiya herêmê û navçeyê bi giştî dixwe.
Em di meclîsa Êzidiyên Sûriyê de weha dibînin ku êrîşên li ser sembol û saziyan, binpêkirineke eşkere ya hemû nirx, pîvan û qanûnên navdewletî û mirovî ne.
Di wê demê de ku em helwesta berpirsyarane ya cenabê serok Mesûd Barzanî û rola wî ya aştiyane û serekî di parastina ewlehî û aramiyê de, ne tenê li Herêma Kurdistanê, lê li Iraq û navçeyê bi giştî bilind dinirxînin, em piştrast dikin ku em bi hemû şêweyan bi serokatî û gelê Herêma Kurdistanê re hevpişk û piştgir in.
Meclîsa Êzidiyên Sûriyê 29.03.2026
