سیما تیڤی

Nêzî 800 qutabiyên Şingal gehiştine Dihokê.

Sema:

Nêzî 800 qutabiyên keç û kur yên asta 12ê amadeiy yên Şingalê hatine Dihokê û hemû pêdviyên jiyanê û cihê manê ji bo wan  hatine berhev kirin, Ku qutabiyên keç di nêv kampa şehîd şîfa gerdî û qutabiyên kur jî li bajarê sêmêlê hatine bi cî kirin.

Merdan etrûşî, Berpirsê pişkên navxwe li zanîngeha Dihok ragehand: Evro li 20-6-2024 422 qutabiyên keç û bitir ji 300 qutabiyên kur yên devera Şingal gehiştine Dihokê û li ser biriyara serokê zanîngeha Dihok me pişkên navxwe bi hemû pêdviyan ve ji bo wan qutabiyan berhev kirne, Û heta ezmûnên asta 12ê  bi  dawî di bin ev qutabî dê mînin û hemû pêdvî jî ji bo wan êne berdest kirin.

Tê zanîn dema şeş sala ye zanîngeha Dihok qutabiyên keç u kur yên  Şingaê li dema emûnên nîştîmanî di hewîne.

><