سیما تیڤی

Li Bingehê Laliş rolê rewşenbîran di seqamgêrya civakî da hate gutobêjkirin

Sema
Êvarîya îro pênc şembûyê 14/11/2024, desteya blinda bingehê laliş li duhokê danustandneka vekrî li dor rolê rewşenbîr û ekadîmyên êzdî di seqamgêrya civakî da piştî 10salên cênusaydê bo xdir dumlî, vekoler di biyavê aştî û mafê mirovî da rêkxist.

Li berahyê wek rêzgirtin li ser gyanê cangoryan amadebûîy xolekekê rawestiyan, li pêra xdir dumlî vekoler di byavê aştî û mafê mirovî da bas li rolê rewşenbîrên êzdî li piştî cînosayda biserê êzdyan da hatî li 3/8/2024 li ser destê tîrorsitên da’şê û diyarkir, gringe rewşenbîr rolê xo bibînin bo dîkyomêntkirina hemû fermanan.

Dumlî amaje bi wê çendê da, pêdivye êzdî ji qonaxa nho ya zyandaryê derbkevin û dest bi qonaxa avakirinê biken.

Gotjî: nêzîkî 200mamostayên êzdî li zankoyên herêma kurdistanê û ‘îraqê hene.

Liduvda dergehê danustandinê dinavbera amadebûyan da hate vekirin û amadebûyan çendîn pirsyar arastekirin û bersiv jilayê xdir dumlî ve li ser hate dan.

Pênc rewşenbîrya hemû rewşenbîr û ekadîmyên êzdî li hev komve diket û gengeşe li ser mijarên gring yên grêdayî bi civaka êzdiyan ve dêne gutobêjkirin.



 

><