Navenda Nûçeyan – Sema
Baregayê Barzanî evro rohnkirnek belavkir û têda hatîye, di çend pêgehên mîdyayî û soşyal mîdyayê da daxuyanîyek bi navê Serok Barzanî belavbûye, têda amaje kirîye ku Serok Barzanî dijî dubare danana Mihemed Şîa’ Sûdanîye bo postê Serokvezîrên Iraqê.
Baregayê Barzanî amaje bi hindê kir, ku vî babetî çu binema bo nînin û dûre ji rastîyê, armanj jî ji belavkirina van dengoyan têkdana wî seqayê erênîye yê ku di peywendîyên Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqa Federal da drustbûyîn.
