سیما تیڤی

Êzdîtî baweriya rêya rast e, ne bi destê mirovan hatiye çêkirin û meriv nikarin wê baweriyê biguhêzin

Sema – Nivîskar û Lêkolînerê Êzdîtiyê Kemal Tolan

Di nava dîrokê de, her tim hêzên li dervayî ol û civakê hewl dane ku bandorê li ser baweriya Êzdiyatiyê bikin. Îro jî, di bin navê modernîte û diyasporayê de, em dibînin ku di nava çîna rewşenbîr û akademîsyenên Êzdî de gelek hewildanên nû derketine pêş. Ev hewildan bi navê “çaksaziyê” an jî “nûkirina olî” dixwazin ku rîtuel, merasîm û qanûnên civakî yên qedîm li gorî daxwazên jiyana Ewropayê û pergalên modern biguherînin. Lê belê, rastiyek heye ku ev kes ji bîr dikin: Êzdiyatî ne oleke ku bi aqilê mirovî hatibe afirandin, lewma ne bi aqilê mirovî jî tê guhertin.

Kokên Qedîm û Sira Batînî

Li gorî baweriya herî bingehîn, Êzdiyatî ji destpêka afirandina gerdûnê ve heye. Ew nasnameyek e ku ji aliyê Xwedê û Tawisî Melek ve hatiye morkirin. Di vê baweriyê de, “Sira Batînî” bingeha her tiştî ye. Dema em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku guherînên herî mezin tenê bi îradeya ruhanî pêk hatine. Mînak, Şêx Adî dema hinek guhastin di sîstema olî de çêkirin, ev ne bi hêza xwe ya kesane yan jî bi xwesteka rewşenbîrî kir; wî ev bi saya sur û kerametên batînî yên Êzdiyatiyê pêk anîn. Yanî, ger guherînek di nav vê civakê de hewce be, ew ê dîsa bi îşaretên ruhanî û bi îradeya “Batînî” bibe, ne bi civînên akademîk an hewildanên kesên ku ji cewherê olê dûr ketine.

Hewildanên Rewşenbîran: Di Navbera Parastin û Berjewendiyan de

Gelek ji van hewildanên ku îro li diyasporayê tên meşandin, di bin perdeya “parastina Êzdiyatiyê” de tên kirin. Lê gava em bi çavekî kûr li encamên van xebatan dinêrin, em dibînin ku ev bêtir ji bo parastina berjewendiyên wan ên kesane, siyasî û dîtina cihê xwe di nav pergalên sekuler de ne. Ev kes hewl didin baweriyeke ku bi sedsalan di nav fermanan, êş û birînên kûr de hatiye parastin, bi pîvanên “lojiîka modern” biçêkin. Lê belê, mantiqê Êzdiyatiyê li ser “Heqîqetê” hatiye avakirin, ne li ser “berjewendiyên demkî”. “Batînî” bixwaze dikare her tiştî bike û ji bo parastina hebûna xwe, hewcedarî bi plansaziyên mirovan nîne.

Wek Zêrê di Agir de: Heqîqeta rêya rast Namire

Êzdiyatî di dîroka xwe de di nav qonaxên herî tarî û dijwar re derbas bûye. Bi sedan sal in ku hewl tê dayîn ev ol were guhertin an windakirin. Lê her carê, Êzdiyatî wekî zêrê ku di nav agir de derdikeve, paqijtir û birêktir bûye. Agirê zilmê û agirê asîmîlasyonê nikaribûye cewherê zêr xera bike; berovajî, her carê ev bawerî bi saya afirandêrê xwe û bi hêza xwe ya ruhanî li ser piyan maye.

Encam
Divê baş were zanîn ku meriv nikarin vê baweriya pîroz biguhêzin an li gorî daxwazên xwe yên kesane sêwirînin. Her hewildana ku li dervayî rîza Batînî û li dijî koka qedîm a Êzdiyatiyê be, dê wekî kefa li ser avê winda bibe. Êzdiyatî xwedî xwedî ye û ew ê her dem bi saya afirandêrê xwe, wekî ronahiya herî zelal a baweriya rêya rast , di dilê civaka xwe de bimîne.

 

 

><