سیما تیڤی

Bingehê Laliş roja alay li gelê kurdistanê pîroz dike

Bi helkefta Roja Alayê Kurdistanê 17/12, germtirîn pîrozbahîyan arasteyî gelê Kurdistanê dikin. Alayê Kurdistanê hêmaya azadî û serbixweyîya miletê Kurd li hemû cîhanê û berhemê xûna şehîdên Kurd û Kurdistanê ye.

Rêzgirtin ji Alayê Kurdistanê, rêzgirtinek e li xebat û têkoşîna Pêşmerge û rêzgirtineke li xûna wan şehîdên ji bo bilindkirina vî alayî canê xwe bextkirin. Alayê Kurdistanê bûye ramana zimanê şîrînê gelê Kurd û sembola xakekî azad û jiyaneke arame li ser rûyê vê cîhanê.
Ev alaye sembola berxudana miletekî ye ku bi salan xebat ji bo azadî û serbixweyî û wekehevîyê kiriye. Lewma parastina vî alayî erkekî nîştimanî ye.

Her bilind be Alayê Kurdistanê û Kurdistanê her aram û avadan be.

Desteyê Bilinda Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Civakî/ Dihok
16/12/2024

><