Navenda Nûçeyan – Sema
Babê Şêx, Şêx Elî Şêx Elyas, seredana mala Êzdiyan li bajêrê Oldenbork li welatê Elmaniya kir û ji layê serokê malê Elyas Yanç û endamên desteya rêveber û karmendan, digel çendîn kesatiyên civakî bi germî hate pêşwazîkirn.
Di destpêka seredanê da, Elyas Yanç bi dilxweşî ve pêşwazi li Babê Şêx kir û ragehand ku ev seredana pîroz nîşaneka girnga piştevanî û xweydî derkefitnê ye ji civaka Êzdî li Elmaniya, û amaje bi hindê kir ku ev seredane peywendiya civakî bi dezgehên olî û keltûrê wan ê kevnar ve pitr bihêz dike.
Di kombûnê da, Babê Şêx slav û rêzên Mîr Hazim Tehsin Beg û endamên civata rûhanî a bilnda Êzdiyan gehandine amadebûyan. Herwesa destxweşî û pesina kar û xebata mezin ya malên Êzdiyan li Oldenbork û hemû bajêrên Elmaniya kir ku salane bi dilsozî bo xizmetkrna civaka Êzdî kar diken, keltûr û mîratê olî diparêzin û nasnameya Êzdiyaîn li welatên diyasporayê diparêzin.
Babê Şêx diyar jî kir, ev saziye peyameka olî, neteweyî û rewşenbirî ya girng e, ew jî bi rêya vekirna xolên taybet li ser ola Êzdiyan, waneyên olî bo zarok, genc û kiçan, digel sazkirina çalakiyên civakî û keltûrî ku eve girêdana nifşên nû bi ol, mîrat û behayên wan yên resen pitr lê dike.
Li dawiya seredanê da, Babê Şêx digel qutabiyên qutabxaneya olî ya ser bi mala Êzdiyan ve kombû û guhdariya xwandina wan ya qewil û duayên olî kir, û supasî û pesina astê wan ê bilnd di parastna têkistên olî û fêrbûna rênamiyên ola Êzdiyan da kir.
Paşan Babê Şêx çendîn şîret û rênamiyên olî pêşkêşî qutabiyan kirin û grngiya parastna behayên rûhanî, têgeheştna felsefeya ola Êzdiyan û veguhastna evî mîratê kevinar bi rastigoyî û dilsozî bo nifşên bêt diyar kir û got ku eve berpirsiyaretiyeka Hevpişke dikevte ser milê hemû civaka Êzdiyan.
