Sema:
Mîr hazim tehsîn beg li 25_6_2024 , Mîrê Êzdiyan li Kurdistan û Îraq û Cîhanê û Meyan xêrî beg, Seredana bajarê minşin ê Almanya kirin û li gel revenda Êzdiyan a wî bajarî re civyan.
Di peyvekê de Mîr hazim tehsîn beg, Bas li çendîn mijarên girng û girêday bi rewşa Êzdiyan ve kir û tekez kir ku berdewam kar dikin ji bo xizmeta Êzdiyan û berevanyê li maf û pirs û bi taybet mafên xelkê Şingalê dikin.
Ji aliyekî din ve Meyan xêrî beg, Amaje bi çend mijarên girêday revenda Êzdiyan û perwerdekirna nifşê nû û mijarên li dor sosiyal medyayê di êne belavkirin û tekez li rêzgirtina ola û handana bi hevre jiyana Aştya ne kir.
Li dawiyê Mîr guhdarî li bîr û boçûn û têbîniyên berhevbuiyan kir û bi sîngekî berfireh bersiv li ser hemû pirsan hate dan.