سیما تیڤی

UN Xêzanên penaberên Efrînê li Şêxan ji bo Estraliya wê werin şandin.

Sema:

Jimareka Xêzanên penaberên Êzdiyên Efrînê li qeza Şêxan mane û di rewşeka xerab de jiyana xwe berdewam dikin.

Ji sercema komeka xêzanên Êzdiyên Efrînê bi tenê 30 Xêzan mane û çaverê timamkirna dosiyên xwe yên çûna Welatê Estraliya dikin.

Azad mirad, Berpirsê Navenda Laliş tayê Şêxan ji bo ( Sema) got: Her ji destpêka hatina van Xêzana navenda Laliş xwe lê kirye xwedan û heta niha ji çend aliyan ve alîkariya wan dikin, Belê ew di rewşeka nebaş de dijîn û êdî nazivrin e ser cih û warên xwe li Efrînê û dosiyên xwe çêkirn e û bi rêiya pirogramê UN dê herin welatê Estraliya.

Piştî têkçûna rewşa welatê Surî, Jimareka Xêzanên penaberên Êzdiyên Efrînê hatin û li qexa Şêxan bi cî bûn.

 

><