Harîkarî li ser 100 xêzanên kêm deramet hatine belav kirin
Sema
Li komelgeha Şarya harîkarî li ser 100 xêzanên kêm deramet yên awareyên Şingalê hatine belavkirin.
Bingehê laliş tayê Şarya bi hevkarî digel rêkixrawa Nûpêl û piştevaniya ( Kenîseya Yasûa’ Mesîh)û qes Fezîl û Daniyal,dest bi belav kirina harîkariyan li ser 100 xêzanên kêm deramet yên awareyên Şingalê û rizgarbûyên ji destê da’şê û xûdan pêdivyên taybet kir.
Harîkarî pêk hatibûn ji kelupelên xwarnê yên heme cor ,weke (Birinc , Zeyt, Fasûlî û Şîr û tov çay û rijde û Şekir).
Li sinûrê komelgeha Şariya bi dehan xêzanên awareyên Şingalê li nava xîvetan û xaniyên heykel da jiyana xo dibene ser,ew çaverê arambûna deverên xwe li Şingalê diken da ku careka din vegerine ser cih û warê xwe.