Sema
dara leylê, jı aliyê şikestiyeka laliş ve lı peristgeha laliş hatiye çandin, ku bı êk jı bı tementrîn dar dête hjmartin û pîroziya xwe lı cem Êzdiyan heye.
Êzdî bı pêxwasî qesta nava peristgeha laliş diken weku rêzgirtin bo vî cihê pîroz û dınav hundrê laliş da geryanê dıken û zyaretî hemû xas û çakan dıbin.
Luqman Slêman, berprsê ragehandina peristgeha laliş bo Sema ragehand: Dara Lîlê jı’aliyê şkestiyeka laliş dayî fexrayekê ve hatiye çandin û parastin û bı kevntırîn dar dête hjmartin.
Got jî: Temenê vê darê nêzîkî 800 salane û Êzdî pîroziyeka taybet dıdenê, herwesa hemû darên lı laliş pîroziya xwe heye.
Peristgeha (Lalisha) Nûranî dête danan bı cihekê olî yê here pîroz û kevntırîn peristgehe lı Kurdistanê û pîroztrin kanî lê ye li nk Êzdiyan, divêt her kesê Êzdî xwe pê morket (Kaniya Spî).
Lalisha Nûranî peristgeha serekî ya Êzdiyane dikefte bakûrê qezaya Şêxan, Êzdî rêûresmên xwe yên olî û cejn û helkeftan lê dgêrin û hîvî û duayan bo mrovayetiyê dxwazin.