سیما تیڤی

Rêveberê Perwerda Şingal:Îsale nêzîkî 28 hezar Qutabyan dê pişkdaryê di prosêsa xwandinê da ken

Sema
Rêveberê Perwerdê yê Şingalê yê xwendina zimanê kurdî ragihand, hemû amadekariyên destpêkirina sala nû ya xwendinê hatine kirin û îsal nêzîkî 28 hezar xwendekar dê beşdarî di proseya xwendinê de bikin.

Li roja sêşemê 24ê îlona 2024an, Meyser Hecî, Rêveberê Perwerdê yê Şingalê yê xwendina zimanê kurdî ji bo Sema diyar kir, Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye 25ê vê mehê wek yekem roja sala nû ya xwendinê bê diyarkirin û dest bi proseya xwendinê bê kirin û got: “Li ser asta perwerdeyê ya Şingalê nêzîkî 28 hezar xwendekar li qonaxên bingehîn, navîn û amadeyî dê beşdarî di proseya xwendinê de bikin.”

Meyser Hecî got jî: “Piştî vegerîna koçberan bo Şingalê heşt dibistanên din yên xwendina kurdî ji bo xwendekaran hatine vekirin.”

Dibêje jî: “Zexteke mezin li ser dibistanan heye, daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku kelûpel û karavanan zêdetir bi taybetî li kampan ji bo xwendekaran bên dabînkirin.”

Biryar e sibê roja çarşemê 25/9/2024an, sala nû ya xwendinê li seranserî Herêma Kurdistanê dest pê bike.

><