سیما تیڤی

Mezintirîn berîkana rewşenbîrî bo nêzîkî 500 gencan hate encamdan

Navenda Nûçeyan – Sema
bi berhevanîna Dr. Karwan Mihemed Sabir, ji nivîsîngeha berêz (Mesrûr Barzanî) û Seîd Cirdo, serokê desteya bilinda bingehê Laliş û endamên desteya bilind û berpirs û endamên desteka rêvebera bingehê Laliş tayê Xankê, mezintirîn berîkana rewşenbîrî bo 365 gencan hate encamdan.

Îro şembûyê 8ê Şubata 2025ê, li demjimêr 2ê piştî nîvro desteya bilinda bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Dihokê û bingehê Laliş tayê Xankê, berîkana Laliş “Pirsiyar û Xelat”, bo nêzîkî 500 genc û law, qutabî û hindek fermanberan li qutabxana Adiyan ya bineret sazkir.

Derbareyî encamdana vê çalakiyê, Seîd Cirdo, serokê desteya bilinda bingehê Laliş peyvek pêşkêşkir û têda amaje da girîngiya van core çalakiyên rewşenbîrî û got: “Pêxemetî bilindkirina astê rewşenbîriyê genc û law û qutabiyan û xurtkirina peywendiyê dinavbera bingehê Laliş û texa gencan û zêdekirina zaniyariyên giştî, bingehê Laliş bi encamdana berîkana Laliş pirsiyar û xelat rabûye, ku dê li hemû deverên Êzdiyan ête encamdan”.

Berîkane ji 50 pirsiyarên dîrokî, ayînî, niştîmanî, werzişî û giştî pêk dhat.

Lidûvda berîkanê destpêkir û pirsiyar li ser beşdarbûyan hatne dabeşkirin û bi çavdêriya endamên desteya bilinda bingehê Laliş proseysa bersivdana pirsiyaran bi rêveçû.

Êkem care berîkaneka bivî awayî ya serncrakêş bo gencên nahiya Xankê dête encamdan, ku bû cihê dilxoşiya beşdarbûyan û xwastin ev core çalakî diberdewam bin.

Berîkana Laliş “Pirsiyar û Xelat” dê li hemû deverên Êzdiyan ête encamdan û armanc jê xurtkirina bzava rewşenbîrî û bilindkirina astê rewşenbîriyê qutabî û gencane.

><