سیما تیڤی

Xalid Nermo: Civata Rûhanî dê yadastnameyek pêşkêşî hikûmeta Sûriyê û UN biket

Navenda Nûçeyan – Sema
rawêjkarekê Civata Rûhanî ya Êzdiyan dibêjit: “Êzdî dê yadastnameyek bi hemahengi digel hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkêşî hikûmeta nû ya Sûriyê û UN ken”.

Li rêkkeftî 11-1-2025, Civata Rûhanî ya Bilind ya Êzdiyan kombûna xwe ya asayî bi serperştîya Mîr Hazim Tehsîn Beg, mîrê Êzdiyan encamda û çend biryar bo xizmetkirina civaka Êzdiyan derkirin.

Xalid Nermo, rawêjkarê Civata Rûhanî ya Bilind ya Êzdiyan, îro 11ê Kanûna duwê 2025ê, bo Sema got: “Jiber guhorînên vê dawiyê û karkirin bo dirustkirina hikûmeteka întîqalî li Dîmeşqê û pêşhatên nû li wê deverê, Civata Rûhanî biryarda beyannameyek bo piştevanya Êzdiyên Sûriyê derbêxtin, daxwazî û pêşniyarên wan bo Sûriyaya nû di beyannameê da bêne nivîsîn û li nêzîk dê ête belavkirin”.

Aşkirakir: “Lijneyek bo dûvçûna rewşa Êzdiyên Sûriyê bi serokatîya Mîrê Êzdiyan dê ête pêkînan û dê li gel kesayetiyên Êzdiyên Sûriyê rawêjê ken bo berhevkirina yadaştnameyek ku bigehînne layenên berpirs li hikûmetê û layenên desthilat bi dest weko Hesedê li deverên Êzdînişîn û layenên dîtir û konsolxaneyan û saziyên nêv dewletî li herêma Kurdistanê, bo çespandina mafê Êzdiya weko kemîneya aynî û mafê ayn welatîbûnê li wî welatî”.

Herwesa ragehand: “Ev hemû kar bi hemahengi li gel hikûmeta herêma Kurdistanê dêne kirin, jiber ku hikûmeta herêmê weko saziyeka fermî di çarçovê Iraqê da ji layê diblomasî ve piştevanya Êzdiyan diket”.

><