سیما تیڤی

Viyan Dexîl: Pêdviye Perlemanê Iraqê xwandinê bo proje yasaya cînosayîda Êzdiyan biket

Navenda Nûçeyan -Sema
Parlamentareka Êzidî li Civata Nûnerên Iraqê dixwazit Parlamentê Iraqê lezê li xwendina êkê bo proje yasaya cînosayda Êzdiyan biket û mafê qurbaniyan bêne berçestekirin.

Viyan Dexîl, parlamentara Êzidî li Civata Nûnerên Iraqê li ser fraksiyona Partî Demokratî Kurdistan ragehand: Berî maweyekî parlamentarên Êzidî li Parlamentê Iraqê proje yasaya danpêdana cînosayda Êzdiyan pêşkêşî parlamentî kir û dixwazin lez li xwendina êkê bo projeyê bête kirin.

Herwesa amaje bi wê çendê da, ew tawanên terorîstên DAIŞê li tebaxa 2014ê li dijî Êzdiyan encamdayîn, bigre ji kuştina bi kom û revandina keç û jinan û derbederkirna bi zoremilê li dûv hemû pîverên nêvdewletî tawanên komkujiyê û li dijî mirovayetiyê ne.

Viyan Dexîl, got jî:” Pêdviye hikumeta Iraqê ya pabend bit û dadmendî û mafê qurbaniyan li berçav wergirt û li ser vî proje yasayê dirjdin heta Parlamentê Iraqê danpêdanê bi cînosayidê diket”.

Li 3yê tebaxa 2014ê, rêkxirawa DAIŞ hêrişeka direndane bo ser Şingalê encamda û tawanên li dijî mirovayetiyê derhekê Êzdiyan encamdan. Di hêrişê da pitir ji hezar welatiyên bê guneh hatine kuştin û 4617 keç û jin û zelam û zarok hatine revandin û hêşta çarenivîsê pitirî 2 hezar kesan yê diyar nîne.

Li ser astê cîhanê ta nuke nêzîkî 20 deste û welatan keysa Êzdiyan weku cînosayid nasandiye.

><