Rêveberê koç û koçberên Duhokê ragehand, îsale qutabxanên awareyên li herêma Kurdistanê nayêne daxistin û dergehê hemû qutabxanên xwendina kurdî û erebî dê di vekirî bin.
Pîr Deyan, rêveberê koç û koçber û bersivdana qeyranên li parêzgeha Duhokê bo Sema dibêjit: Hukumeta Iraqê biryar dabû ku roja 31/7/2024ê, dergehên kempan bêne girtin û aware vegerin lê biryara hukumeta Iraqê hate paşxistin, dergehên qutabxanên awareyên dê di vekirî bin û îsale nayêne daxistin.
Aşkira kir jî, ew qutabxanên ko bi zimanê erebî xwendin lê dête kirin, mezaxtinên wan li ser hukumeta Iraqê ne yên xwendina kurdî jî li ser hukumeta herêma Kurdistanê ne, hemû qutabxane li kempan û ji derveyî kempan jî dê vekirî bin û nayêne girtin.
Li sînûrê parêzgeha Duhokê awareyên Şingalê li 14 kempan û ji derveyî kempan jîyana xwe derbaz dikin.