Navenda Nuçeyan – Sema
Mîr Hazim Tehsîn Beg, mîrê Êzîdiyan li Kurdistanê, Îraqê û cîhanê, seredana Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir.
Mîrê Êzîdiyan ji aliyê Erdelan Hewlêrî, serokê Dîwana Parlamentî û çend kesayetî û şêwirmendên parlamentî ve hate pêşwazîkirin.
Di vê seredanê de, mîrê Êzîdiyan çend pirsên girêdayî bi civaka Êzîdî û beşdariya wan wekî endamê parlamentê her ji destpêka xula yekê ya Parlamentoya Kurdistanê guftûgo kir.
Herweha îşaret bi wê yekê kir ku mafê Êzîdiyan wekî hemû pêkhateyên din kota li Parlamentoya Herêmê hebe, herweha pêdivî ye taybetmendiya xwe di gelek kar û pirsgirêkên li parlamentoyê de hebin.