سیما تیڤی

Serokwezîr: Em ê di demeke nêzîk de dema bidawîbûna erkê hevpeymaniya navneteweyî li Iraqê rabigehînin

Sema:

Serokê Encûmena Wezîran Mihemed Şîa El-Sûdanî, îro sêşemê tekez kir ku ragihandina dema bidawîbûna erkê hevpeymaniya navneteweyî li Iraqê dê di demeke nêzîk de be, di heman demê de amaje kir ku Iraq ji qonaxa şeran derbasî qonaxa aramiyê bûye.

Serokwezîr di hevpeyvîneke taybet de bi kenala Amerîkî Bloomberg re, ku Ajansa Nûçeyan a Iraqê (WAA) şopand, got: “Em ê di dema beşdariya di konferansa navneteweyî ya li dijî DAIŞê de dema erkê hevpeymaniya navneteweyî li Iraqê rabigehînin”, û diyar kir ku “bidawîkirina erkê hevpeymaniya navneteweyî li Iraqê beşek ji bernameya hikûmetê ye”.

Wî zelal kir ku “sedemên hebûna hevpeymaniya navneteweyî bidawî bûne û pêwîstî bi hebûna 86 welatan nemaye”, û bal kişand ku “li gorî dîtin û nirxandinê me danûstandineke vekirî bi hevpeymaniya navneteweyî re dest pê kir ku tê de gelek gotûbêj çêbûn”.

><