سیما تیڤی

Babê Şêx Cejna Cemayê li Êzdiyan pîroz diket

Bo minasebeta hatina cejna Cemayê ku dikevite (6-13 Teşrîna 2024), Babê Şêx, Şêx Elî Şêx Elyas, germtirîn pîrozbahiyan arasteyî hemû Êzidiyên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê diket.

Her bi vê helkeftê pîroz, ji Xwedayê mezin dixwazin xêr û bereket li hemiyan vegerînit, û bibite egerê çespandina emn û aramî berqirar bit, her weha xurtkrina behayên lêborînê û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyan da.

Her weha hêvî xwest ev cejne bibite derfetek ji bo bi hêzkirina rêbaza dab û nerîtên kevn yên olî yên Êzidiyan.
Babê Şêx
Şêx Elî Şêx Elyas
6ê Teşrîna Êkê 2024

><