Navenda Nûçeyan – Sema
Seruk wezîrê ‘îraqê evro heynî di lêdwaneka televizyonî da metirsyeka mezn li ser welatê xo aşkra kir.
Mhemed şya’ sudanî seruk wezîrê ‘îraqê got: her şaşyek di kemp û girtîxanên suryê da peyda bibît, rastewxo metirsyeka mezin li ser ‘îraqê ji alyê ruyberuybûna tîrorê ve dirust dike.
Got jî: dîtna xo bo hkumeta nuy ya suryê derbarey rewşa nho ya welatî gehandye û em amadene hemahengyeka mukim dirust bikeyn bo parastina snorên xo.
Herwesa got: beşar esed serukê berê yê suryê berî ruxandna şamê bi tu rengan daxaza harîkarî û destêwerdana leşkerî ji ‘îraqê nekribû.
Ev lêdwana mhemed şya’ sudanî di demekî daye ku duhî pêncişembê şandekê blind yê emnî yê ‘îraqê bi serukatya hemîd şetrî serukê dezgehê hewalgirî yê ‘îraqê seredana suryê kir û li şamê digel ehmed şer’ fermandarê giştî yê desteya tehrîr şam û berpirsên hkumeta nuy ya wî welatî kombû.
Êk ji chên herî metrisîdar yên suryê û cîhanê kempa holê ye ku piştî duymahîk hatina desthelata da’şi hatye drustikrin, bi şêweyekê giştî di nav kempê da nêzîkî 75 hzar jin û zarukên çekdarên da’şi hene.