سیما تیڤی

Pîr Xelat Îlyas: Zimanê baş qelema îmanê îe

Ji erkanên pîro yên xudênasyê hatye
•••••••••••••••••••
Zanîn û me’rîfeta dinyayê bextewerî ye mirovê li zimanê xo mqatebt anku hajê hebt dê serbest bit û nakefte astingên gotinê , başî û xirabî ji zimanî derdikevin weka dû kanyêt avê êke tehil û êke şirîn , heke te dest havêt kanya tehil tu bûye behra dojê û rexnêt ser dinyayê lewma ji edebê dînê me êzdiyan dibêjit:
Hey zmano yê sotinê
Xeberek ya hey neya gotinê
Dê bo çî tu dahirkey rûyê dnê .
Heke te dest havête kanya şirîn dê zimanê te bite qelema îmanê bo rêya xudê û rêberya karên baş û pêşkeftna ser dinya û dê bite klîla xêrê li baxê cnetê lewma ji edebê dînê dibêjt:
Hey zimano î xebate
Xebera xoş şekir û nebate
Xebera nexoş çî mif’ete
Tu dilê însana pê dikey rehte.
Hindek ji ristin û vehunandna bi zmanê dêne gotin û diyarkirin wek qelema îmanê bo jîn û jiyane li ser rûyê ‘erdê:
1- ni 99ot û neh erkanên pîroz yên xudê nasînê .
2- ferzên ‘îbadetê wek scûde bo xudê
3- oldar û derwêş û qelendir û xilmetkar û extyar û aqildarî.
4-şîret û wesyetên baş û xêrixwaz û rêberyên pêşkeftî û serferazya demî
5- perwerda û bawrename û ple û serbestî.
6- yasa û parastin û tena û eramî û tifaq û tebayî.
7- lêborîn û lêk xoşbûn û rêz û qedir û nasîn sîfetên zmanî ne.
Gelek gotin û ristin û vehunandinên zimanî yêt heyn û her bo zanîn xrabî û tehlî jî yêt hey lewma ji edebê dînî bo me daye diyarkirin û dibêjt:
Min gelek ziman dîtin bi ser
Roja axretê qîr dihelandin û berdane ser
Hemû ew bûn yên ji nebûyê dan xeber
Min gelek ser dîtin bi zmanê xo di hilwase
Li roja axretê zbînî dihatinê bi duzan û dase
Hemû ew bûn yên ji nebuyê dikrin qal û behse.
Belê diêzdyatiyê da zimanê baş qeleme êmanê ye lewma ji edebê dînî bo me daye diyarkirin û dibêjt:
Ev dinya dinyayeka pir rengîne
Û ye tjîye ji qewm û meseb û dîne
Û her kes bi zmanê xo xudê dhebîne.
Li vê dinyayê bbexiş be
Li dîwana bêhna gulêt geş be
Li gotina zimanê xo bi neqiş be .

><