سیما تیڤی

Nûjenkirina mezargehan li peristgeha Laliş di qonaghên dawîyê daye

Sema

diçarçovê hewa avakirina Lalşê da, noke kar li ser nûjenkirina mezargehan û çend cihên dî yên pîroz li peristgeha Laliş dête kirin.

Li roja sê shembûyê 10ê Îlona 2024ê, endazyar Xêrî Gedî, êk ji serpereshtiyarên nûjenkirina peristgeha Laliş bo Sema ragehandi: Di çarçovê hewa avakirina Lalşê da û b çavdêriya Mîr û Encumenê Rûhanî û bi serperştiya Komîta Endazyarî û Babê Çawîsh û bi bexshina diravî ij layê xêrxwazan, karkirin her du mezargehên Xatûna Fexra û Eqda Kuçik Brîm gehshtiye qonaghên xo yên dawiyê, herweha berdevam kar li ser avakirina mezargehê Shêx Evdal Bisk dête kirin.

Endazyar Xêrî Gedî diyar jî kir: Ji pirojeyên dî yên li Laliş dêne encamdan çêkirina rêya geliyê Lalish bi berên siroshtî digel rêyên piyade bo hatin û çûnê, digel dîwarên pishtewan û du cihên firîn û danana helîkopteran û çend karên dî, ev proje jî gehshtiye qonaghên dawiyê.

Peristgeha Laliş take peristgeha pîroza Êzdiyane, Êzdî li seranserî cîhanê qest dikenê bo gêrana rêuresmên olê û cejn û helkeftan.

Bi pishtewaniya hikumeta herêma Kurdistanê çendîn projeyên xizmetguzarî li peristgeha Laliş hatine encamdan û berdevam kar bo pitir xizmetkirina Lalşê dête kirin.

Herwesa çendîn mezargeh û cihên aynî di nav peristgeha Laliş da hatine nûjenkirin, ku xêrxwaz û rêkxraw jî pishtewaniyê li pirojeyê nûjenkirina peristgeha Laliş diken.

Êzdiyan hesht cejn hene, ji wana jî: Cejna Sersalê, Cejna Rojiyên Êzî, Cejna Bîlndê, Cejna Xidir Îlyas, Cejna Qurbanê, Cejna Çilê Havînê, Cejna Zvistanê û Cejna Cemayê ne.

><