سیما تیڤی

Babê Şêx: Avakirina Mezargehên Olî dê bi rezamendîya Civata Rûhanî bit

Sema
Li dûv biryara civata rûhanî ya bilind ya Êzdiyan, her kes û xêrxwazekê mezargeh û nîşangehên olî li Kurdistanê û ji derve ava biket, pêdvîye rezamendîya civatê wergirit.

Sebah Semir, berprisê ragihandina Babê Şêx bo Sema ragihand: Her nîşangeh yan mezargehekê Êzdiyan çi li Kurdistan û Iraqê yan ji derveyî welatî bit, wek rîwesim û erkek fere li serî da destûrî ji Babê Şêx û civata rûhanî ya Êzdiyan bête xwastin bo wî cihî bi taybet jî eger ew cihê pîroz yê avakirî jî bit her dîsan Babê Şêx û coqeta xwe berhev dibin li wan rêûresman.

Bi gotina berprisê ragihandina Babê Şêx, nabit her kesek ji rexê xwe ve rabit nîşangeheka nûka ava ket, belkû Babê Şêx cext li wê yekê kirye ku divêt pêşwext ew dever yan her kesekê bi wî karê xêrxwazî radibin bo avakirina nîşangeh û mezargehan seredana civata rûhanî biken û rezamendîyê bistînit.

Sebah Semir got jî: Li derveyî welat noke revenda Êzdiyan li welatên Êzdî lê akincî dema goristanekê dirust diken tête xwastin destûrîyê ji civata rûhanî bête standin, ew jî bi rêûresmin Babe Şêx û coqeta xwe berhev bibin û bi dua û droze destûrî bête dan da ew kare bête kirin.

Herwesa got: Hêvîdarin demê xelkê me bi karê avakirina cihên pîrozên Êzdiyan radibin ser û sîmayê kevnarîya wan mezargehan bête parastin û derbirinê ji Êzdiyatî û simbulên Êzdiyatîyê biken.

><