سیما تیڤی

Baholeke miqnatîsî ya xurt li Erdê dixe

Sema
Navenda Rûsî ya Çavdêriya Hewayî “Phobos” ragihand ku Erd îro sêşemê bi baholeke miqnatîsî ya pir xurt bandor dibe.

Li ser mijarê, serokê pisporan li navendê, Mikhail Leius got: “Erd dest bi bandorbûna ji baholeke miqnatîsî ya pir xurt kir! Bahola çaverêkirî piştî derengmayîneke dirêj dest pê kir”.

Pisporî amaje kir ku “bahola ku wek pileya G4 hatiye senifandin piştî saet 06:00 bi demjimêra Moskovayê dest pê kir û tê çaverêkirin ku di nîvê duyem ê rojê de raweste”.

Herwiha pisporan li Enstîtuya Astronomiya Rojê ya ser bi Akademiya Zanistên Rûsyayê amaje kirin ku bahola navborî li Erdê xist piştî derbasbûna ewrekî plazmayê ku rojê di demên dawî de avêtiye.

Di daxuyaniyeke ji enstîtuyê de hat gotin: “Bahol berdewam e, lê tê çaverêkirin ku zêde dirêj nekişîne, lê dîsa jî, girseyên sereke yên plazmayê di nêzî gerstêrka me re derbas bûn”.

><