Sema
nîşangeha Şêxê Zerî ku dikevite gundê Ribêbî ya kevn li nahiya Xankê, piştî 42 salan dûbare dest bi nûjenkirin û qonaxa avakirinê hate kirin.
Sebah Semîr, ji malbata Şêx Semîr Şêx Cozel bo Sema diyarkir, quba Şêxê Zerî berî 42 salan hatibû avakirin, piştî sala 2003 bi gêçê hatibû nûjenkirin, bo hindê careka dî bête nûjenkirin rezamendiya desteka gundê Ribêbiyê wergirt û bi bexşîna xelkê gundî û xêrxwazên Êzidî lijneyek bo komkirina harîkariya darayî hate pêkanîn, li rêkevtî 12/9/2024ê bi amadebûna babê şêxê û komeka kesayetî û rîh spî û micêwir, bi dua û droza xasa dest bi rêûresmên nûjenkirinê bi çend qonaxan hatekirin.
Got jî: Wekû malbata Şêx Semîr serperştiya nûjenkirinê dikin û noke qonaxa avakirinê bi şêwazekê ciwan û kevnar wekî xwe destpêkiriye.
Quba Şêxê Zerî li ser destê Xwedê jê razî Şêx Zeydin Şêxê Şemsaye dibite babê qewlbêj Şêx Deştî, li 15/6/1982 hatiye avakirin.