سیما تیڤی

Segvan şingalî: Bîranîna pîr Xidir Silêman û pirofîsor Qenatê Kurdo

Xudê jê razî pîr Xidir Silêman, heluyist û bîranîn digel çendîn kesatîyan hebûye, êk ji wan nivîserê bi nav û deng Qenatê Kurdî ye.
Can buhşitî li zvistana sala 2019 di smînarekê de wesa dibêjt: rojekê li zanîngeha Bexdayê li para ziman û edebyata Kurdî mamostayê me got mirovekî we hatîye û dixwaze we bibîne, em di holekê de civiyan, me dît ew Mîroyê Esed e ji Ermenistanê hatîye û berpirsê rojnama Riya Teze ye.
Wî ji mere behsê wêjeya Kurdî li Sofyetê kir û got Qenatê Kurdo mamostayê meye. Wî demî min hinek zanyarî li ser pêşveçûna wêjeya Kurdî li Sofyetê hebûn, min nav û nîşanê Qenatê Kurdo bi dest xweve anî û min namek ji bo wî nivîsand ku ez xortekî Êzdî me, xwêndevan im û helbestan dinvîsim, min qed bawernedikir ew zanayê mezin wî demî nameya min bibîne û bersiv bide, belê bi demekî nêzîk berisva min da û min name ji wî wergirt, di wê namê de wî kêf xweşya xwe bo xwandna me gencên Êzdiyan diyar kir û daxwazkiribû ez wan karên din betal bikim û ji zimanên oldaran nivîsar û têksitên Êzdyatyê ve mijul bibim û berhev bikim, nama wî jiyana min guhert û berê min da karekî herî bi rumet û hêja ewjî bawerya bab û kalan a Êzdyatî û Êzdînasiyê bû, wî demî karê nivîsandina têksitên olî karekî asan nebû, piştî wî demî me nama Qenatê Kurdo bire cem Babe Şêxê berê û ew kêf xweşiya xwe jibo name diyar kir û bi dilekî mezin qebûl kir.

><