Sema
Li malperê “Health Side” hatiye belavkirin, çend reftarên xirap hene ku peywendî bi metirsiya toşbûn bi penceşêrêve heye, lvêrê dê wan reftaran dê berçav keyn ku metirsiya toşbûn b penceşêrê zêde diket, ku birîtîne ji:
Cigarekêşan
Cigarekêşan egerê serekîye bo toşbûn bi penceşêrê, ku li pla êkê dibite egerê toşbûn bi penceşêra sîhan, cigarekêşan dibite egerê 90%ê ya penceşêra sîhan.
Goştê qûdiyan
Zêdegavî d xarna goştê qûdiyanda metirsiya toşbûn bi penceşêrê zêde diket, rêkxirawa saxlemiya cîhanê huşdariyê ddet zêdegavî dxarna guştê qûdiyanda egerê toşbûn bi penceşêra kolon û rîxolan zêde diket.
Xarnên bilez
Xarnên bilez egerê toşbûn b penceşêra meidê zêde diket, herwiha dhête pişniyarkirin xarnên bilez bihêne kêmkirin bo kêmkirina metirsiya toşbûn b penceşêrê.
Werzişnekirin
Neçalakiya leşî û werziş nekirina rojane çêdbit bbite egerê qelewiyê, evejî egerekê metirsîdare bo toşbûn bi penceşêrê, vekolînan aşkira kirye ku werziş kirin egerê toşbûn bi penceşêrê kêm diket b taybetî penceşêra meidê û memkan.
Kêmiya vîtamîn D
Vîtamîn dî karîgeriya dje penceşêrê lser leşî nîşan ddet, herwiha kêmiya vîtamîn dî peywendî bi çendîn corên penceşêrêve heye jwan penceşêra kolon o rîxole û penceşêra memkan.