Sema
Li jêr çavdêriya parêzgarê Duhokê berê binyatê bo hejmareka projên xizmetguzarî li nahiya Ba’edrê hate danan, ku projên avê û çêkirina rêkan bixwe digirin.
Îro şembûyê 19ê Teşrîna Êkê 2024ê, di rêwresmekê da bi amadebûna qaymqamê qeza Şêxan û rêveberê nahiya Ba’edrê û hejmareka kesayetî û berpirsên dam û dezgehên hizbî û mîrî, berê binyatî bo 12 projeyên xizmetguzarî li sînoorê Ba’edrê hate danan.
Proje bi şêwê li xwarê ne:
1.Sexbêrkirina rêkên navxo li gundê Şêx Hesen, kujmê projî 422,000,000
2.Çêkirina rêkên navxo bi drêjahiya (600)m digel rexên cadê li senterê nahiya Ba’edrê kujmê projî 280,000,000
3.Çêkirina projê avê li gundê Dêdevana Kevin ser bi nahiya Ba’edrê ve, kujmê projî 120,000,000
4.Berfrehkirina û danana tabûk meşq digel krîbston li medxilê Ba’edrê û cada qutabxane Şehîd Mehmûd Êzidî û sebkirina hewşa hola Xêrî Beg, bi kujmê 81,000,000
5.Sexbêrkirina baxçê zaroka li senterê nahiya Ba’edrê, bi kujmê 15,000,000
6.Çêkirina rêka goristana gundê Dîdevanê bi kujmê 75,000,000
7.Çêkirina rêkên navxo gundê Bêrstekê bi kujmê 150,000,000
8.Seyac kirina goristana gundê Dêrkê bi drêjahiya (300)m bi kujmê 13,500,000
9.Temamkirina projê ava gundê Feqirêt Şingal bi kujmê 45,000,000
10.Temamkirina projê ava gundê Şkeftyana Nû bi kujmê 45,000,000
11.Çêkirina xezeneka avê bo gundê Mam Êzdîna bi kujmê 35,000,000
12.Çêkirina projî ava gundê Şêx Hesen bi kujmê 50,000,000