سیما تیڤی

Bingehê Laliş Kombûna Xwe ya Asayî Encamda û Çend Tewer Behskirin

Sema

îro êk şembûyê 17ê tişrîna dûwê 2024ê, desteya bilinda bingehê Lalişê yê rewşenbîrî û komelayetî li Duhokê kombûna xwe ya asayî encamda û çend tewerên girîng gotûbêjkirin.

Bi serperştîya Seîd Cirdo serokê bingehê Lalişê û amadebûna Dr. Seîd Xudêda cîgirê serokê bingehî û endamên desteya bilind û berpirsên tayên Lalişê, kombûna asayî ya bingehê Lalişê bi rêveçû.

Di kombûnê da, bas li berhevîyên gêrana Vîstevala Lalişê, konfiransê zanistî ku biyare li rêkkeftî 29-30/4/2025ê bête gêran hate kirin.

Di alîyekî dî da, serokê bingehê Lalişê dîyarkir, dergehê endametîya bingehê Lalişê ta 25.12.2024ê dê yê vekirî bit û jivan nayête dirêjkirin.

Herwesa karûbarên navxoyî û çend pirsên grêdayî bi bingehê Lalişê ve tewerên dî yê kombûnê bûn.

 

><