سیما تیڤی

Parêzgarê Dihokê: Şariya bê rezamendiya xelkê nabite nahiye

Sema

Parêzgarê Dihokê aşkrakir, ku komelgeha Şariya bê rezamendiya xelkê wê nabite nahiye û got: “Dîmografiya deverê nahête guhorîn”.

Duşembûyê 18ê Teşrîna Duwê 2024ê, Dr. Elî Teter, di kongrekê rojnamevanî da derbareyê nahiyebûna Şariya ragihand: Li destpêkê xelkê Şariya xwestin ku biryarê bi ragirin û li duv daxwaziya wan hate ragrtin, paşan bi mixabnî ve xelkê komelgehê bûne du deste, destekê careka dî daxwaza nahiyebûnê kir û ev biyare derçû.

Dr. Elî Teter aşkrakir: “Em xelkê xwe agehdar dikin ku guhorîna dîmografî li Şariya peyda nabit û li nêzîk dê seredana xelkê keyn û li gelda kom bin ve û bêyî rezamendiya wan çi pêngav nahêne havêtin”.

Parêzgarê Dihokê ragihandijî: Bêyî rezameniya xelkê her deverekê çi biyaran nadeyn û nahêne bicihînan, wek yasa jî mulkê Êzdiyan yê parastiye.

Amaje bi wê çendê da, armanca hikumeta herêma Kurdistanê ji danana nahiya ewe pitir xizmeta xelkê wan deveran bête kirin û xizmetguzarî lê bêne encamdan.

><