سیما تیڤی

Mîrê Êzdiyan: Bo berjewendîya Kurdistanê kombibin û rêkbikevin

Sema
Mîrê Êzdiyan û serokê civata ruhanîya Êzdiyan daxwazê li hemû aliyên siyasî diket bo berjewendîya Kurdistanê rêkbikevin.

Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan û serokê civata ruhanîya Êzdiyan di daxuyanîyên rojnamevanî da ragihand: Grîng e hemû aliyên siyasîyên herêma Kurdistanê kom bibin û berjewendîya Kurdistanê berçav werbigrin.

Di gotinên xwe da Mîrê Êzdiyan amaje bi wê çendê da, berjewendîyên hizbî bidine aliyekî û rêkeftinê bikin ku xelkê herêma Kurdistanê bo xatira Kurdistanê deng bi aliyên siyasî daye.

Mîrî got jî: Daxwazê dikin ku hemû aliyen bo berjewendîya Kurdistanê li ser mêza danûstandinê kom bibin û rêkbikevin.

><