Hatina Rojiyên Êzî li hemû Milletê Êzdî pîrozî dikin
û hêviyeke xêrê bo têvaya miletî dixwazin. Roj û salên bên hemû xêr û xweşî û aramî bin ya Xwedê.
Di dirêjiya dîrokê de hosa tê xuya kirin ku her milletekî bi kultûr û dayb û nerîtên xwe yê taze, serbilind û cwan e. Lewma divêt her wextekî û her werzekî salê bê em baş vehûnin û îid û erefa têda sax bikin. Her dem xwe serbilind bibînin digel wan reng û deng û kar û xebata bav û kalên me bi rêve birî pê xizmetê da ku em îro bijîn. Ew dayb û nerîtên têda parastîn digel wan qonaxên jiyanê yên dijwar heta îro roj ku em bêtir delîv û rêkê dibînin ku em evan rê û rismên me yên pîroz sax bikin, divêt em bêtir xemê lê bixwin û bêtir xwe lê bikin xwedî.
Rojiyên Êzî her sal li vî demê salê tên û wek sê rojan gelekî pîroz tên li qelemdan di nav civaka me ya Êzdî da. Girtina rojiyên di nav civaka me digel hatina werzê sermayê dest pê dikin. Girtina rojiyê ji bilî Rojiyên Êzî di nav miletê me da diçin di xanê xêrê da, anku xêr in nînin ferzî. Her kesê divêt rojiyê bigire demekê berî Rojiyên Êzî bi xêra navên Xwedê û xas û bav û çakên me Êzdiyan tiştekî rewa ye û diçe di xanê xêrê da bo wî kesî yê radibe bi erkê rojî girtinî û rojiyê digire berî Rojiyên Êzî.
Lê Rojiyên me Êzdiyê ferzin, anku Rojiyên Êzî ferzin ji ferzên terîqetê û ferê li ser her kesekî Êzdî van her sê rojiyê bigire bi şêweyekî rêk û pêk. Anku şebaqê berî rojê helatê bi demekê rabe dest û çavên xwe paqij û temîz bike û perweste Xwedê be û dua xwe bike. Paşê paşîvê bixwe berî rojê helatê, dev ji xwarinê û vexwarinê berde bimîne dev girtî. Nabe kesê Êzdî tiştekî bixwe yan vexwe anku dev girtî be ji xwarinê û vexwarinê û ji her axaftinekê neye durust her ji rojhelatê heta bi rojê ava.
Li vir divêt em diyar bikin ku rojî girtin ne tenê qedexeya xwarin û vexwarinê ye, belê dema em dibêjin dev girtin, anku ji her tiştekî ne durust çi axaftin be û got û gotûbêj yan her tiştekî dibît.
Rojî girtin di ayînê me yê Êzdîyatiyê da mezintirîn xêr û xizmetê ye. Li vir em dixwazin diyar bikin ku mirovê rojiyê digire xêrekê herî mezin dike di nav çarçoveyê Êzdîyatiyê da û ferzekê herî mezin bi cih tîne, ewê jî yek ji ferzên terîqetê ye. Ji aliyê din ve rêz, hurmet, romet, qedr û qîmetekî herî mezin dide xwe û malbata xwe dema rojiyê digire û gelekî ciyawaziyekê mezin dikeve di navbera kesê rojiyê digire û kesê bê rojî be.
Rojî û saxlemî û tendûristiya mirovan, demê mirov erkê û xebatên aînî bi zanîn û zanistêve girêddet ewerk û kar û xizmet bêtir tên qebûlkirin û zêdetir diyar dibin bi şêweyekî giştî, lewma me li vir diviya em wê çendê xuya bikin ku rojîgirtin û saxlemiya leşê mirovan girêdaneke herî mezin pêkve ya heye û yek êdî temam dike.
Bi rastî heger mefaya saxlemiyê di rojî girtinê da neba bawerbikin rojî girtin diyar nedbûn û nedbûna ferzî li ser gelekî xelk û gelekî miletan ku rojiyên xwe bigrin. Helbete rojî girtin dibe bêhnvedanekê ji bo leşî û hemû endamên leşê mirovan û masûlkan û borî û borîçik û zivrika xûnê û mêjî û hemû beşên leşî bêhn vedanê bikin.
Her wisa rojî girtin dibe ezmûnekê ji bo gelekî kesên bêsebr da ku bikarin sebrê bikişînin û ji bo demekê kurt xwe dev girtî bikin.
Rojî girtin ferzekê ji ferzên terîqata me ya Êzîdiyan e, em rojiyê ji bo Xwedê digrin. Êzidî navekê ji navên Xwedê ye, lewma em dibêjin Rojiyên Êzîdî. Rojiyên me sê rojan in: sêşemî, çarşemî û pêncşemî, û roja înê dibe roja îida Rojiyên Êzîdî.
Berî hingî bi çend rojekê Êzîdî serbira serê jê dikin, dibêjin Rojên Pez Koştinê. Di demê rojiyên wan da, Êzîdî yek û du mêvanan dikin li ser paşîvê û li ser fitar, wek rêzgirtinek û xêrek. Her wiha divêt her malekê sofrekê zadî ji bo malekê din bibe, çi ya paşîvê be yan ya fitarê be, wek erkekî mirovahî û cînarî û wek karekî xêrê.
Her sê Rojiyên Êzîdî wiha derbas dibin û li roja înê dibe îida Rojiyên Êzîdî. Li hêviya îidê hemû mal sêvikên îidê dipêjin û li ser hev û din belav dikin bi meramê têkelê bûna nanê wan. Her wisa li sibe îidê seredana zemhêriyan dikin û miriyên ezîz li bîra xwe tînin.
Paşê xelkê hemû qesta ziyaretbûna ber qubên xas û bav û çakên Êzîdiyan dikin bi mermê ziyaretbûnê û pîrozkrina îida Rojiyên Êzîdî her sal bi xêr û xweşiyê were.