Navenda Nûçeyan – Sema
Parlementarekê Êzidî daxwazê ji Serok Wezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî diket, Hêzên Hevpeymanya Navdewletî li deverên kêmîneyan û li qezaya Şingalê bimînin.
Mehma Xelîl, endamê Encûmena Nûnerên Iraqê di beyanekê da ragihand, ji ber rewşa nexweş ya deverê û aloziyên wê, pêdivî ye Serok Wezîrê Iraqê Hêzên Hevpeymanya Navdewletî li deverên me bihêlt, ji ber şiyanên wan yên hewalgirî û asmanî û çekên pêşkeftî, û şiyana wan bo lêdanên pêşwext li dijî terorîstan û hevkarên wan.
Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê dupatkir, xelkê Şingalê bi hemû pêkhate û neteweyên xwe ve û deverên dî yên kêmîneyan, rastî komkujiyê hatin ji layê terorîstên DAIŞê ve û birînên Şingalê hêşta kûr û xwîn dirêjin ji kiryarên DAIŞê yên wek koçberkirin, kuştin, revandin û gorên bikom.
Mehma Xelîl bi pêdivî zanî, ji bo parastina qurbaniyan û nedubarebûna jenosayda li Şingalê li sala 2014ê rûdayî, divêt Hêzên Hevpeymanya Navdewletî lê hebin.
Herwiha dupatkir, rêkeftinên emnî yên di navbera Iraq û Hevpeymanya Navdewletî da, destkeftek e bo Iraqê û deverê û herwiha bo kêmîneyên ayînî, û hebûna van hêzan dê harîkariya seqamgîriya Şingalê ket, çinku seqamgîriya Şingalê ya parêzgeha Neynewa û hemû Iraqê ye.