Navenda Nûçeyan – Sema
Şandeke Encûmena Êzidiyên Sûriyê gihişt Şama paytexta Sûriyê û dê hejmareke hevdîtin li gel rêveberiya nû ya Sûriyê encam bide.
Encûmena Êzidiyên Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku şanda wê gihiştiyê Şamê û dê hejmareke hevdîtin bi kesayetiyên girîng di rêveberiya nû ya Sûriyê re encam bidin.
Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinên xwe de dê behsa rewşa Kurdên Êzidî bikin ku di serdema Rêjîma berê de rastî stemkarî û zordariyê hatibûn her weha ji ber şer û jiyana derbiderî û penaberî rastî karesat, zehmetî û astengiyan hatine.
Encûmenê da zanîn ku mebest ji hevdîtinan, dîtina çareseriyên herdemî ji mafên Êzidiyan re, gerantiya vegera wan bo deverên wan ên dîrokî û bihêzkirina rola wan di Sûriya pêşeroja de ye.
Encûmena got jî dê hejmareke hevdîtin li gel pêkhateyên Sûrî re encam bide ew jî bi mebesta bihêzkirina diyaloga sûrî û hevpariya hevbeş di nav aliyên civaka Sûriyê de.
Encûmenê diyar kir ku Êzidî li Sûriyê weke hemû pêkhateyan êş û derdeseriyeke dirêj di salên bûrî de kişandin û rastî astengiyên nehiştina nasnameya wan a olî û rewşenbîrî hatin