Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek li dor şehîdbûna du hawlatiyên sînorê parêzgeha Hewlêrê belav kir û dibêje, “Tawaneke cengî ye” û serkonê dike.
Navenda Nûçeyan
Sipêdehiya evro Sêşembî 07-04-2026, Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê bo (Rudaw) ragehand, dronek li gundê “Zergezewî” li devera Ziraretî ketiye xwarê. Bi gotna parêzgarî, dron rastewxo li maleke sivîl ketiye û di encam de hawlatiyek bi navê (Mûsa Zirarî) digel Hevjîna xwe şehîd bûne.
Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de li dor şehîdbûna wan du hawlatiyan dibêje, “Gelek xembar û dilgeranim bi bihîstna hevala êrîşa dronî bo ser mala pêşmergeyekî li sînorê Hewlêrê, ku bûye egera şehîdbûna wî û xîzana wî.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kiriye, “Bi hemî şêweyan evê tawana krêt serkonê dikem û tawanbaran şermezar dikem.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de herwesa dibêje, “Armanckirina xelkê sivîl û malên welatiyan, tawaneke cengî ye û daxwaza xelkê bê guneh ê Kurdistanê digehînin hemî cîhanê, daku sînorek bo wê zordariya li hember wan dihête kirin bihête danan û êdî bi behaneyên bê binema, êrîş nehête ser xelkê Kurdistanê.”
