Sema – Merwan Dawid
Hunermendê navdar ê Rojavayê Kurdistanê “Dilo Doxan” di dîdarekî taybet de ji bo Sema behisa hunera xwe û rewşa muzîka kurdî û pêgehê giring ê devera Şingalê di parastina keltûrê resen ê kurdî de kir.
Dilo Doxan behis li karê xwe yê hunerî dike û dibêje: Di destpêka karê xwe yê hunerî de, bi taybetî piştî belavkirina albûma xwe ya yekê “Rebenê” di sala 2004ê de ku ji 10 stranan pêkhatibû, li sala 2008ê geheştime ewê baweriyê ku di navbera awaz û dabeşkirina muzîka kurdî li Rojava core têkehelbûn û dûbarebûnek heye. Ji ber hindê, wî biryar da şêwazekê cuda û nû di rûyê naverok û awazê de pêşkêş bike daku rengekê taybet li muzîka kurdî zêde bike, û dupat kir ku heta radeyekî yê serkeftî bû di geheştina vê armancê de.
Di bersva psiyarekê de derbarê helbijartina ciwantirîn strana xwe, Doxanî ku xwedanê sê albûm û çendîn stranên takekesî ye, ragehand: “Bo min hemû berhemên min xoş û nêzîkî dilê min in, eger ez hest bi resenaiya stranekê nekim, çi caran tomar nakem. Ez naxwazim çi stranan li ser yên dî mezin bidem dako maf û bihayê berhemên dî wenda nebit; lê dawiyê biryarê dideme destê guhdar û hezjikêrên hunerê xwe.”
Di pişkeka dî ya dîdara xwe de, Dilo Doxan pesna devera Şingalê kir û got: “Şingal kaniya hunerê resen û parêzvanê rastewqîne ya zimanê kurdî yê zelal û paqij e.” Wî amaje bi wê çendê kir ku hunerê Şingal bandorek mezîn li ser hunermendan bi giştî û hunerê Rojava bi taybetî hebuye, ji ber stranên folklorî, çi yên şînayiyê bin yan yên kêf û dîlanê, ji ber taybetmendiya olî ya civakî li Şingalê, heta nho bi paqijî û zelalî mayne.
Hunermend Dilo Doxan şanaziya xwe bi hevaliniya xwe ya li gel gelê Êzdî diyar kir û ragehand, çi caran xo di nav wan de bi xerîb min nedîtiye. Wî tekez kir ku piştgirîkirina doza Êzdiyan bi erkekê exlakî û hunerî dizant, ji ber “xelkê me yê Êzdî reh û kokên me ne.”
Li dawiyê, Doganî hêjayî û giringiya projeyên ragehandnê yên taybet bi civakê Êzdî ve berz nirxand û got: “Em pêdivî bi kanalekê taybet ê wek Sema bûn, da ku bibte deng û rengê Êzdiyan, dako ev kanale bibte pirek bo nîşandan û nasandna çand û hunerê wan ê resen, û rê xoş ket bo nasîn û şopandna ptr ya hunermend û dahênerên Êzdî.”
Navbrî ji daykbûyê bajarê Tirbespiyê ye li Rojavayê Kurdistanê û ji malbateka hunerdost bûye û ji zarokatiya biryar da di cihana muzîkê de dahênanê biket.
