Sema
Nojdar Seîd, gencekî Êzdî yê xelkê komelgeha Şariyayê ye di parêzgeha Dihokê, li hilbijartinên bajêrvaniyan li herêma Saksonyaya jorî li Almanyayê serkeftineka mezin ya siyasi bi dest ve îna.
bo Sema TV amaje kir ku li hilbijartinan da şiyaye zêdetir ji nîva tevahiya dengên lîsta Partiya Kesk li bazneyê xiwe misoger biket.
Nojdar Seîd Ebdoyî ragehand: Bo hilbijartina deverên başûrê bajêrê Oldenburgê li herêma Saksonyaya jorî ku li 13-09-2026 li Almanyayê birêve çû, wekî kandidê lîsta Partiya Kesk xiwe berbijêr kiribû. Li hevrkiya dinavbera 8 kandidên partiyê li wî bazneyî da, şiya bi komkirna 1,784 dengan, bi ciyawaziyeka berçav pileyên êkê bi dest ve bînit.
Nojdar bi tenê şiyaye 51% ji koya giştî ya dengên lîsta Partiya Kesk li wî bazneyî bo xiwe misoger biket, li demekê ku tevahiya 7 kandidên dî yên heman lîst pêkve 49% ya dengan bi dest ve înabûn. Ev encam wekî destkeftêkî bêwêne û belgeya mtimaneya bihêz ya dengderan bi şiyanên wî gencî dihête temaşakirn.
Nojdar Seîd Ebdo, ji dayikbûyê sala 1998ê yê komelgeha Şariyayê ye li parêzgeha Dihokê, derçûyê beşê endazyariya telarsaziyê ye li zanîngeha Oldenburgê li Almanyayê û mawê 4 salane bi şêweyêkî çalakani di rêzên Partiya Kesk ya Almanî da kar diket.
