Bingehê Laliş: Bi tundî daxuyaniyên Mistefa Sened li dijî Êzîdiyan şermzar dikeyn
Sema
Bingehê Laliş li Dihokê bi tundî daxuyaniyên Mistefa Sened li dijî Êzîdiyan şermzar kirin û ragehand, eger yasayek heba, Sened û hinek kesan, nedwêrîn sivkatiyê bi êş û birînên jînosayda bi serê Êzidiyan da hatî bikin.
Îro pêncşembûyê 2ê Nîsana 2026, Bingehê Laliş li Dihokê beyannameyek li dijî daxuyaniyên Mistefa Sened, endamê Civata Nuunerên Îraqê li dijî Êzîdiyan, belav kir.
Di beyannameyê da Bingehê Laliş dupatkir “Pêdiviye merc’ên olî û siyasî yên nîştimanî û berpirs rolê xo bigêrin bo fişarê li ser Civata Nuunerên Îraqê da ku bi zûtirîn dem yasayeka zelal û tund bo çareserkirina diyarda gotarên kerb û kînê pesend biket.”
Deqê beyannameya Bingehê Laliş:
Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî herdem daxwaza derkirna yasayeka tund kiriye ku sinûrekî bo wan axftin û gotarên kerb û kînê danêt yên ku pêkhateyên olî yan neteweyî li Îraqê dikene armanc.
Eger yasayeka bi vî rengî îro ya kara ba, hinek kesan û ji wan jî endamê Civata Nuunerên Îraqê Mistefa Sened û yên berî wî jî, nedwêrîn sivkatiyê bi êş û birînên jînosayda bi serê Êzîdiyan da hatî bikin.
Di demekî da ku em bi tundî van daxuyaniyên nejwan û xirab yên wî perlemanterî şermzar dikîn, em dupat dikîn ku ev kiryare ne bitnê birîndarkirina hestên qurbaniyan û kesûkarên wane, belku eve binemayên pêkvejiyanê û aştiya komelayetî li welatî ji nav dibet.
Lewra, em daxwazê ji merce’ên olî û siyasî yên nîştimanî û berpirs dikîn ku rolê xo bigêrin bo fişarê li ser Civata Nuunerên Îraqê da ku bi zûtirîn dem yasayeka zelal û tund bo çareserkirina diyarda gotarên kerb û kînê pesend biket, û kar bo nehilana reh û rîşalên vê diyardê ji nav civakî biket.
Bi vê çendê dê keltûrê hevwelatîbûnê çespînt u bihayên rêzgrtna hevdu û şanazîkirn bi welatekî ku cihê hemû xelkê wî têda bit, dê bêhêztir lê ên.
Desteka bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî u komelayetî li Duhokê
2/4/2026