Wergera axaftina di vê vîdyoyê de ku bi zimanê rûsî ye a rasterast:
„Rojekê, gava ku paşayê osmanî ji Zoro Axa baca giran û teslîmiyete bitemamî daxwaz kir, wî rasterast red nekir.
Wî paşa vexwend qesra xwe, guher gomanê ji bo danûstandinan, û diyarî û şevek wisa çêkir ku paşa gefên xwe ji bîr kirin.
Zoro Axa hem hêza xwe nîşan da hem jî mêvanperweriya xwe diyar kir. Di encamê de, wî karî di bin mercên xwe de li ser aştiyê li hev bike. Ev biryareke gelekî zîrekane bû.
Zoro Axa rûmet û desthilatiya xwe bi saya wêrekiya xwe ya nedîtî di şeran de û aqilmendiya xwe di girtina biryaran de bi dest xist.
Wî karî eşîrên cûda yên Xaltan bike yek, pergaleke parastinê ya xurt ava kir, û bi jîrî di navbera berjewendiyên Împeratoriya Osmanî û desthilatdarên herêmî yên kurd de lîst, da ku serbixweyiya xwe biparêze û gelê xwe biparêze.
Bê guman Zoro Axa di dîroka êzdiyan de, bi taybetî ji bo eşîra Xaltan, yek ji kesayetên herî girîng û efsanewî ye.
Rêberî û aqilê wî hişt ku êzdî di demên gelekî dijwar re derbas bibin, bawerî û azadiya xwe biparêzin.
Ji ber vê yekê, di asta dem û herêma xwe de, ew bi rastî jî kesayetek gelekî bihêz û bi bandor bû.“
Gelek spas ji bo parvekirina vê vidioya ku, hinek ji kesayetî û desthilatdariya Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî , tevî wêneyê pirtûka min ,“Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî“ daye naskirin!
Wergervan Kemal Tolan, Nivîskar û Lêkolînerê Êzdî
