سیما تیڤی

Mirê Êzdiyan: dixwazin hikumeta Turkiya ola Êzdiyan binasînt

Navenda Nûçeyan – Sema

Êdî Turkiya xwedan ditineka cudaye bo pêkhateyan, bi taybet bo civaka Êzdi. Enqere dixwazt hemû pêkhateyan di hembêza xwe da bi hewînt; di vê çarçoveyê da u di pêngava êkê da, projeyekê mezin bo nûjenkirna mezargehên Êzdiyan hatiye ragehandin ku destpêka wê bi danana berê binyatî bo mezarê “Şêx Hevind” bû.

Bi amadebûna mirê Êzdiyan, Mir Hazim Tehsin Beg, u hevjîna mirê Êzdiyan, Mayan Xatûn, u oldar u rawêjkarên mirî, kesatiyên civakî yên Êzdi u jimareka mezina revenda Êzdi li diyasporayê, li gel pişkdariya berprsên blind yên hikumeta Turkiya (weki Wezîrê Werziş u Lawan, Cîgirê Wezîrê Keltûr u Geştûgozarê, Walî, Qaymqam, Perlemantar u kesatiyên hizbî), berê binyatî bo mezarê Şêx Hevind li navçeya Bişêriyê ya ser bi wilayeta Batmanê ve hate danan.

Di vê seredanê da, mirê Êzdiyan Mir Hazim Tehsin Beg supasiya gel u hikumeta Turkiya kir u ragehand, ev welate yê hemû pêkhateyane. Wî dupat kir ku Êzdi beşekê resen u veneqetiyayî yê vê welatîne u ne mêhvanin.

Herwesa amaje bi hindê kir, pêdeviye keşohewayekê gunjayî bo Êzdiyan bête rexsandin da ku bi azadane rêwresemên xwe yên olî bi rêvebiben, u daxwaz kir ku di destûrê Turkiya da bi fermî danpêdan bi ola Êzdiyan bête kirin.

Ji layê xwe ve, berprsên hikumeta Turkiya pişitgîrî li peyama mirê Êzdiyan kir u diyar krin, ku êdî Turkiya welatê hemû pêkhateyane, bi rêzeka mezin temaşeyî hemûyan diken u dê berdevam bin li ser pişitevanikirna civaka Êzdi.

Paşan mirê Êzdiyan seredana çend gundên Êzdiyan li deverên Xaltan (weki Şimzê, Qurxê, Şasmê u Feqîra) li Batmanê u gundê (Dawdiyê) li devera Çinar ya ser bi Diyarbekirê ve kir. Wî ji nêzîkve temaşeyî rewşa gundan kir, gûhdarî li daxwazî u arîşeyên welatiyan kir u ragehand ku dê deng u peyama wan gehînte aliyên peywendîdar.

><