Sema
Li snûrê nahya Xankê bi kujmê zêdetrî 10 milyar dînara kar li ser hejmareka prrojeyên xizmetguzarî dête kirin û pranya wan jî ber bi qonaxên dawyê ne.
Endazyar xêrî ce’fer, serokê bajêrvanya xankê bo sema dibêjit: hejmareka prrojeyên xizmetguzarî ku çêkirin û qêrkirina caddeyên navxoyî û çend projên dî bxove digirt dêne bichînan û pranya wan jî ber bi qonaxên dawyê ne, pêşkêşkirina xizmetgozaryan bi hemû sêkterên xove li ser rasparda mesrûr barzanî, serokê hikûmeta herêma kurdistanê dê berdewam bin.
Serokê bajêrvanya xankê xuyakir, noke dest bi çêkirna nêzîkî 97 caddeyên navxoyê hatye krin û hindek jî hatîne qêrkirin û pênc belênder li ser van projeyên cadda kar diken.
Dupatkir, bi çêkirina van projeyan bêgoman dê karîgeryeka baş hebt li ser jiyana xelkê deverê û harîkarya geşepêdana abûrî ket.
Ji alyê xo ve zerdeşt şêx şamo, rêveberê nahya xankê bo sema ragehand, piştî 13/6/2022ê, demê komelgeha xankê bûye nahye hikûmeta herêma kurdistanê kujmê 10 milyar û 421 milyon û 452 hezar dînara bo encamdana çendîn projan li snûrê deverê terxankrin, nêzîkî 5 milyar dînara ji vî kujmey bo çêkrin û qêrkirina caddeyên navxoyî hatye terxankirin.
Amaje bi wê çendê da proje di hemû sêkteran da dêne encamdan, ew jî nûjenkrin û avakirina qutabxanan, rêveberyên hikûmî û holên tazyan û çêkirina caddeyan bxove digirt û gelek jî keftîne dxizmeta welatyan da.
Ev pêngave nîşan didet ku hikûmeta herêma kurdistanê gringyeka taybet didete avedankirina nahya xankê, û hewl didet barekê baştir bo akincyên wê deverê pêk bînt û jiyana welatyan baştir biket û xizmetgozaryan bo hemû deveran pêşkêş biket.