Rayd xanim
Ev çîrok li dawiya sedsala hejdê û li derdora sala 1794 li Şingal çêbûiye, divî demî de Şingal yek ji sinceqên ser bi wîlayeta cizîra botan bû li serdema împratorya osmanî û xelefê xan elî serokê êla heska û mîrê Şingalê bû, bihêztirin kesê devera Şingal bû, li Şingal û derdorên çiya gelek êlên Êzdiya yên wî demî hebûn, wek ( kosayda, muskalka, mihirka û hebaba, qîranî, simoqî, mendika, aldexî, heska û reşka, elî sorka, delika, korkorka, ciwana, feqîr, çêlka, hewêrî, çelka, heliqî, dina, cefrî, xalta, şerqî)… heta dawiyê.
Reşo kî ye?
Reşo xelîfa ji êla korkorka ye, ji babkê elndkî, û daka wî xezala kinaan ji êla simoqiya ye ji bebkê oskî ewjî xwşka berkat kenaan serokê babkê oskî ye ji êla simoqiya, reşo li derdorên sala 1770 ji gundê kolka li geliyê kersê di nav çiyayê Şingalê de ji dayk bûye, piştî ku hatî ser dinê daka wî xezal diçe ber dilovaniya xwedê û piştî dû salan ji dayk bûna wî babê wî babê wî xelife jî diçe ber dilovaniya xwedê, reşo sêwî mezin bû çi kesî girngî bi halê wî neda û tealiya jiyanê tam kir hîj ew zarokekî şîr xwer bû, piştî emrê wî bûy pênc sal xelê wî berkatê kenaanê simoqî bi xwedan kirna wî rabû li gundê kora simoqê heta reşo bûye ciwanekî 20 salî, reşo dibe hozanvan û xwe fêrî jenîna amîrê audê dike, xensê keça mehemaiyê mendikî ye û li gundê heyalê dima, xuşka hevindê neamet mehema serokê êla mendika bû û berekatê kenaan xuşkeka din hebû navê wê (safya kenaan) bû, xêzana hevind neamet.
Li rojekê berkatê kenaanê simoqî biryar da biçe mala xuşka xwe safya, xêzana hevindê neamet li gundê heyalê, û kurê xuşka xwe ( reşo) jî bi xwere bir da bi xaleta wî ( safya) bide naskirin, piştî mana wan nêzî dû rojan li wêderê, safya daxwaz ji birayê xwe kir ku reşo li cem wan bimîne û birayê wê ev çende qebûl kir û ew tenê vegera mal.
Çawa evînî di navbera xensê û reşo de xweya bû?
Hevindê neamet ji kesên dewlemend û paye bilnd bû li devera Şingal li wî demî aşekî avê hebû li gundê barê, herweha li gundên sikênî û heyalê jî gelek sewal hebûn, erdên çandinê û bûstan hebûn, piştî reşo bûye yek ji endamên mabata hevind, karê wan dikir û berdwam bi xuşka hevind ( xensê) re diçû bêriya pez û avdana garis û bûstana, roj bi roj evîna wan zêde bû, heta gehişte wî astî nikarin yek gavê ji hev dûr bikevin.
Di wî wextî de peywendiyên herdo êlên qîraniya bi serokatiya xanim mehmê û mendika bi serokatiya hevind neamet xerab dibin û di encama vê çendê de qîranî êla mendika ji gundê heyalê derînin, û êla mendika ber bi bajarê Şingalê çûn û li gundê ( guh kimit) li başurê bajarê Şingal ku dikeve navbera gundê zeytûnî ji aliyê rojava ve û gundê sebahî ji aliyê rojhelat ve di mînin, û her li wî gundî ji dest bi çandinyê dikin.
Gelik hozanvan û sitranbêj û vekoler wisa bawer dikin ku reşo xensê ji gundê heyalê revand bajarê Şingal, lê ev çende rast nîne. Belê reşo xensê ji gundê guh kimit revande mala xelefê xan elî li bajarê Şingal.
Piştî gehiştine mala xelefê xan elî, xelef ne rehat dibe û dibêje divê em biçne ba hevind û babetê revandinê jêre bêjin, ji ber hevind nû hatiye deverê û ney kême, serok êle.
Piştî diçne ba hevindê neamet, wî jî pêşwaziyeka gerim li wan kir û bi xêrhatina wan kir.
Piştî qehwe vexwartin, xelef babetê revandina xuşka wî ji hevind re behis kir.
Hevind got: em bi hatina te dil xweşin mîr û bi hatina te ev arîşe çare bû û min mehir jî navêt li ser xatira te û ya girng xelef û êla xwe rabûn bi çêkirna daweta reşo û xensê, piştî hingê reşo dibe yek ji zilamên xelefê xan elî.
Berî mirna reşo bi sedemê jehrê bi çend xoleka, hevala wî xensê serê reşo danî ser çoka xwe, ew û reşo rabûn bi gotina peyv û lawka ji bo êk û dû, û heta niha ev sitran di ête gotin.
Berî mirna reşo, wî daxwaz kirbû ku ew li ser girê heyalê bête veşartin ku cihê evîna wî û xensê bû, xensê daxwaza wî bi cî anî û daxwaz ji xelkê kir ku reşo li ser girê heyalê veşêrin.
Piştî mirna reşo xensê biryar da ku bi tenê bimîne û nezewcit piştî reşo.
Piştî mirna reşo bi dû sala, xensê gereva xwarnê kir û bû sedema mirna wê, wêjî daxwazkir bû ku li cem reşo û li ser girê heyalê bête veşartin, daxwaziya wê hate bi cî anîn.