سیما تیڤی

Xoleka mîdyayî bo pêşvebirina ragihandina tayî û nivîsîngehên Laliş hate vekirin

Sema
Li baregayê kanalê Sema li Duhokê, xoleka mîdyayî ya êk rojî bo berprisên beşê ragihandinê li tayî û nivîsîngehên Lalish hate li darxistin.

Îro çarşembûyê 18ê Îlonê, bi berhevikirna berprisên beşê ragihandina tayî û nivîsîngehên Lalish û stafê kanalî, xoleka mîdyayî ya êk rojî li dor çawaniya bihêzkirina sosyal mîdyayê û serdemîkirina peyçên Lalish bi rêve çû.

Xol ji aliyê dîzaynerê Sema, Cengîz Arif ve bi şêweyê têorî û praktîkî hate pêşkêşkirin û têda bi têr û tesel bas li sosyal mîdya serdem û bihêzkirin û pêşvebirina peyçên tayî û nivîsîngehan kir.

Cengîz Arif, çawaniya rêkên bikarînana sosyalê û programên dîzaynkirina babetan bi şêweyekî provîşinal şilovekir û diyarkir, di nuha de sosyal berdewam di guhorînên nû de ye û pêdivî ye li ser me wek ragihandina Lalish xwe li gel pêşketina teknolojiyayê biguncînin.

Xola navbirî di demekî da ye, ku berprisên ragihandina tayên Lalish şiyanên xwe pêş bêxin li demê belavkirina kar û çalakiyên xwe yên rojane li sosyalê û peyama xwe bigehînne xelkî.

Bingehê Lalish girîngiyê didte pêşveçûnên teknolojî û di plan da ye ragihandina xwe bigehînne astekê herî bilind û serdemî bo xizmetkirina civaka Êzdiyan.

><