Deqê peyama Mîr Hazim Tehsîn Beg:
Lêvegerê bilindê gelê Kurdistanê cenabê Serok Mesûd Barzanî, bi helkeftina serkeftina proseya hilbijartinên xola şeşê ya Parlamentê Kurdistanê û serkeftina mezin û dîrokîya lîsta 190 ya Partî Dîmokratî Kurdistan di van hilbijartinan da bi destve înayî, bi navê xwe û bi navê tevaya Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê, germtirîn pîrozbahinan arasteyî cenabê hewe yê hêja dikem û bi rêya hewe pîrozbahiyên xwe arasteyî herdu brayên rêzdar, cenabê Nêçîrvan Barzanî û cenabê Mesrûr Barzanî û serkirdayetîya Partî û teva ya gelê Kurdistanê dikem.
Serkeftina lîsta Partî di van hilbijartinan da, serkeftina îradeya aştîxwazîya gelê Kurdistanê ye, bi hemî pêkhateyên xwe yên neteweyî û olî û mezhebî ve û pêşvebirina rêrewa dîmokrasîyetê û pêkve jiyanê ye, ew pêkve jiyana ji encamê xebata dehan salên cenabê hewe û gelê Kurdistanê bidestve hatî.
Dubare ev serkeftina mezin li cenabê we pîroz bit û Kurdistan li jêr sîbera we hera aram û avedan bit.
Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê 21/10/2024